Dara Hejîrê ya li nava tehtan şîn bûye

Berxwedêriya dara hejîrê ya li nava tehtan şîn bûye, di sekna gerîla ya şervanên azadiyê de tê dîtin û bedewiyeke bêhempa dide wê.

HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Her zindî û hebûna ku bedewiya wê di xwezaya wê de ye, hêjayî dîtinê ye. Hebûneyên di nava zor û zehmetiyan de diafire, li gerdûnê xwe radixe pêş çavan. Hemû bedewiyên ku di her demsala biharê de xwe nîşanî me dide, vê rastiyê careke din li bîra me dixe. Her zindiya ku têkoşîna xwe ya ji bo jiyanê xurt e, vê zindîbûn û hêzê dide zindiyên din jî. Bi vî rengî di nava her yek jê de xwe dibîne û nîşan dide.

CUDAHIYA NAVBERA TEMAŞEKIRIN Û DÎTINÊ

Tê gotin, 'Havêna rastiyê bi çavan nayê dîtin' û piştre bi vî rengî tê dewamkirin, 'Mirov ji bo karibe rastiyê bibîne divê bi dilê xwe lê binihêre'. Mirov carna nikare bedewiya esasî ya li ber çavên xwe bibîne û li deverên cuda lê digerin.

Dareke berû ku zivistanê pelên wê weşiya ne, bedewiyeke çawa radixe pêş çavê mirovan? Xwar e, tewiya ye; ne rê dide ne jî rê vedike. Li ser rêya we tenê weke astengiyekê tê dîtin. Ji ber vê yekê jî mirov difikire û dibêje, 'Divê bibire, bişikîne, ji wir rake'. Halbûkî ev dara ku zivistanê em jê hez nakin di biharê de dema şîn dibe xwezayê dixemilîne. Pêwîstî bi wan çavan heye ku vê bedewiyê bibîne.

Gelek caran ji mirovan heye ku tişta lê temaşe dike dibîne û dara li pêşberî mirovan yek a ji rêzê ye. Halbûkî ji bo mirov bibîne ku encamek ji têkoşîna bêhempa ya li hemberî berf û sermaya zivistanê ye, divê mirov xwedî wan çavan be û bibîne. Ya ku darê dixemilîne pelên wê ne. Ya ku bedewiyê dide mirovan jî sekna mirov e. Her mirovekî xwedî sekneke azad xwedî wê hêzê ye ku bedewiya xwe derdixîne holê.

SEMBOLA LÊGERÎNA JIYANA KOMÎNAL

Dara Hejîrê ku pîrozmendiya xwedawendiyê temsîl dike, li dora çanda berhemdariyê di çarçoveya jinê de jiyanek ava kiriye. Di gelek vegotinên mîtolojîk de diyariyên pêşkêşî dara hejîrê têne kirin ku weke semboleke parêzvaniya xwedawendan tê dîtin, her wiha weke parçeyek ji xwedawendê bi xwe jî tê dîtin.

Yek ji taybetmendiyên naskirî yên dara hejîrê ew e ku heta jê tê rehên xwe berdide nava xakê û belav dike. Ji ber vê yekê jî bi heybeta xwe di mejiyê mirovan de bûye xwedî cihekî mîtolojîk, olî û civakî. Di mîteolojiyê de dara hejîrê her wiha weke nîşaneya Dionysos tê nîşandan. Dema ku mirov bandora di dema Dionysos de dide ber çavên xwe, dikarin kûrahiya torên jiyana komînal bibbîne.

Yek ji mîtosên herî bi bandor ê çanda xwedawendiyê dara hejîrê ye. Ev rastî di tirsa mejiyê mêr-kastîk a ji vê sembolê de bi şênberî tê dîtin. Gotina 'Te dara hejîrê di nava ocaxa min de çand' ku di nava civakê de gelekî tê gotin, bi vî rengî baştir dikare bê fêhmkirin. Ev rêbazên ku zimanê nerazîbûn û nefreta li dijî jinê ye, rêbazeke cuda ya înkarkirina çanda xwedawendiyê ye.

Ev sembola dayik-xwedawend ku li gel her cûre înkara hezaran salî nekarî bê tinekirin, li hemberî hemû nebaşiyan jî weke parastina bedewiyê bi wate dibe. Ev yek jî bi têkoşînekê pêkan dibe.

Qonaxa têkoşîna pêncî salî ku li nava xaka ziwa şîn bû û rengê xwe da azadiyê, di çarçoveya bêderfetî, zor û zehmetiyên mezin de êdî tê dîtin. Têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo ji zarokatiya xwe ve da destpêkirin, têkoşîna şînkirina kulîlkê li nava kevir e. Dîtina têkoşîna hebûnê ya gelekî weke hinceta hebûna xwe, vê rastiyê radixe pêş çavan.

Bedewiya mijarê jî di vir de veşartî ye. Tişta ku bi milyonan mirov jê hez dike û di oxira wê de bedena xwe dide ber agir, ev rastî ye.

Têkoşîna ku kulîlkek ji bo parastina xwe dimeşîne, îlhamê dide her hebûna xwedî armanca azadiyê ye. Rêber Apo ku weke kulîlkek li nava tehtan şîn bû, vê rastiya ku em di nava bedewiya xwezayê de lê digerin nîşanî me dide.

Di vê meha biharê de ku em ber bi kampên gerîlayên jin dimeşin, li ser rê di dema bêhndanê de em li dareke hejîrê rast hatin ku li nava tehtan şîn dibe.

Ya ku ev bedewiya bêhempa ya xwezayê raxist pêş çavan û kir ku em bibîne, tenê du cotên çavan bû. Gerîlayeke jin bi vê detayê hesiya. Bi vî rengî têkoşîna xwe hîn bi wate dikir. Şînbûna vê dara hejîrê li nava tehtekî ya li kampeke jinê, herikîna xwezayê nîşan dide.

Berxwedêriya dara hejîrê ya li nava tehtan şîn bûye, di sekna gerîla ya şervanên azadiyê de tê dîtin û bedewiyeke bêhempa dide wê.